Cenazeyên şervanên YPG'ê şandin bajarê lê hatine dinyayê

Cenazeyên şervanên YPG'ê şandin bajarê lê hatine dinyayê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Omer Denîz û Ugur Yureklî piştî karûbarên otopsiyê şandin bajarên ku lê hatine dinyayê. Cenazeyê Denîz li Amedê û cenazeyê Yureklî jî li Pirsûsê wê sibe bên definkirin.

Şervanên YPG'ê Omer Denîz û Ugur Yureklî ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn ji Deriyê Serxetê yê Kobanê re anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Piştî karûbarên otopsiyê qediya ji hêla girseya ku di nava wan de rêveberên DBP'ê jî hebûn bi dirûşmayên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Şehîd namirin" cenazeyê Denîz ber bi Amedê û cenazeyê Yureklî jî ber bi Pirsûsê ve hatin rêkirin.

Cenazeyê Denîz li Goristana Yenîkapi û cenazeyê Yureklî jî li gundê Midêba Biçûk a Pirsûsê sibe bên definkirin.