Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di pevçûnên li Efrînê jiyana xwe jidest dane ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Refîq û Şehîd Seydo sipartin axê.
Bi hezaran kes ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastinê ên Jin (YPG/YPJ) li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Girseya qelebalix piştî wergirtina cenazeyên şervanên YPJ’ê Jînda Ronahî, Roksan Efrîn, Hêra, Ebdo, Welat û Egîd wergirtin bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihatin ber bi goristana Şehîd Refîq û goristana Şehîd Seydo oxirkirin. Li goristanan merasima leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê hate lidarxistin.
Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG/YPJ, TEV-DEM û PYD’ê vekiribûn, bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re qîr kirin.
Di merasimê de Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo axivî û diyar kir ku, gelê Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin bersiva berxwedana hêzên YPG’ê dana û xwedî li seferberiyê derketine. Hemo destnîşan kir ku, hêzên YPG’ê û li pişt wî gelê Kurd ji bo parastina herêmên Rojava ku rastî êrîşên tund ên komên çete tên berxwedaneke bê hempa nîşan daye. Hemo da zanîn ku, li navçeyên Şera û Cindirês ên Efrîn, Dêrik, Tiltemir, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê û Heleb bi fedekariyeke mezin piştgiriya hêzên wan kirine û ev yek bû ye sedema sereke ya serkeftina wan.
Di merasiman de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Biratiya Kurd û Ereban û malbatên şervanên ku jiyana xwe jidest dane axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana hêzên YPG’ê hate silavkirin û êrîşên komên çete hatin şermezarkirin.
Piştî axaftinan Cenazeyên şervanên YPG’ê bi diruşme û tîlîliyan spartin axê.