Cenazeyên şervanên YPJ û YPG’ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPJ û YPG’ê spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û welatiyê bi navê Sado Biro ku komên çete ew qetil kiribû li Goristana Şehîd Rustem Cûdî li gundê Berkevirê hatin defnkirin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar ku di pevçûna li ser rêya Til Xelef a Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û welatiyê bi navê Sado Biro duh saet 13:00'an de ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê bi merasîmekê hate wergirtin. Bi sedan welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê û Serêkaniyê  di wergirtina cenaze de amade bûn. Welatiyên ku alên Kurdî û posterên cangoriyên azadiyê hildabûn, bênavber dirûşmayên dilsoziya bi YPG’ê re berz kirin.

Di merasîma piştî deqîqeyek rêzgirtinê  destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, li ser navê Sûryaniyan Ishaq Ebdo, li ser navê Meclîsa Dirbêsiyê Nûman Erebû axivîn. Her wiha li ser navê malbatên Bêrîvan Aldar, Ciwan Sînan û Sado Biro jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên komên çete hatin şermezarkirin, berxwedana YPG’ê û YPJ’ê hate silavkirin û soza şopandina rêya cangoriyên têkoşîna azadiyê hate dayîn.

Piştî axaftinan, cenazeyên şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û Sado Biro ji aliyê girseyê ve bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê û hatin defnkirin.