Cenazeyên welatiyên di bin aşûtê de hatin derxistin

Cenazeyên welatiyên di bin aşûtê de hatin derxistin

Cenazeyên welatiyên rojhilatê Kurdistanê Perwez Dehkan û Ziyad Bergahî yên ji bin aşûtê hatin derxistin anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan.
Li devera Serberan a girêdayî mezraya Şikeftan a gundê Qatûne yê Şemzînan welatiyên rojhilatê Kurdistanê Perwez Dehkan û Ziyad Bergahî piştî 28 saetan ji bin aşûtê hatin derxistin. Cenaze ku anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan, hat ragihandin ku wê cenaze piştî karûbarên qanûnî di Deriyê Sînor ê Bajêrgeh re radestî malbatan bikin û wê li Rojhilatê Kurdistanê bên veşartin.