Cenazeyên welatiyên Rojavayî hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên Rojavayî hatin radestkirin
Cenazeyên welatiyên Rojavayî hatin radestkirin
Cenazeyên 2 kurdên ji Rojava yên di êrîşa çeteyên El Nusra de li Serêkanîye birîndar bibûn û li Riha di nexweşxaneya dihatin tedawîkirin de jiyana xwe ji dest dan li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê radestî malbatên wan hatin kirin.
3 kurdên ji Rojava yên di encama êrîşên çeteyên El Nusra de yên li hemberî gundên Cafa û Neddas ên girêdayî Serêkaniyê de birîndar bibûn û ji bo tedawîkirinê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên her du kurdên Rojavayî yên jiyana xwe ji dest dan ku hat diyarkirin navê wan Mîthat Zayît û Azad Amed e ji aliyê heyeteke ji rêxistinên Riha, Wêranşar, Serêkaniyê û Qoserê pêk dihat ji morga nexweşxaneyê hatin wergirtin.
Cenaze di derengiya şevê de di deriyê sînor ê Dirbêsiya Qoserê re bi dirûşmayên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî YPG" hatin derbaskirin û radestî malbatan hatin kirin.
Ligel wê pevçûnên ku li Serêkaniyê cih bi cih berdewam dikirin, danê sibehê dijwar bûn.
Pevçûnên dijwar heta roj hilat jî berdewam kirin.