Cenezayê Şervan Muslim ji aliyê deh hezaran ve hate wergirtin
Cenezayê Şervan Muslim ji aliyê deh hezaran ve hate wergirtin
Cenezayê Şervan Muslim ji aliyê deh hezaran ve hate wergirtin
Cenazeyê şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim ku li herêma rojavayê Girê Spî di pevçûna di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê deh hezaran kesan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve derxistin rê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim ku duh di pevçûnên li gundê Fantê ya 15 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî de jiyana xwe jidest da, şevê din saet di 20.00’an de anîn bajarê Kobanê û ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku birin navenda Saziya Malbatên Şehîdan, îro saet 12.00'an de ji aliyê deh hezaran kesan ve bi tîlîlî û sloganan hate wergirtin. Cenaze piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Termik ve hate birêkirin.
Cenaze piştî merasîma ku dê li goristanê bê lidarxistin, bê definkirin