Çetayan xwest êrîşî Meerizkê bikin
Çetayan xwest êrîşî Meerizkê bikin
Çetayan xwest êrîşî Meerizkê bikin
Komên çete yên DAIŞ'ê hewl dan ku bikevin gundê Meerizkê, lê bibersivdana YPG’ê re pevçûnê rû da.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, komên çete ên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê hewl dane bikevin gundê Meerizkê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û şer derket. Hate ragihandin ku şerê li herêmê hîn didome.
Weke dn jî hate gotin ku, komên çete 4 top avêtine gundê Qestel Cindo. Çavkaniyan ragihandin ku, di encama topan de li derdora gund ziyana madî çêbûye.