Çete bi taybet tên dermankirin, YPG'yî jî bi birîndarî tên lêpirsîn

Çete bi taybet tên dermankirin, YPG'yî jî bi birîndarî tên lêpirsîn

Şaxê SES ê Rihayê ragihand ku YPG'yiyên di pevçûnên li Rojava de birîndar bûn ên anîn nexweşxaneyên li Rihayê ji aliyê polîsên ku kincê wezîfedarên tenduristiyê li xwe kirine, li ser doşeka nexweşan hatine lêpirsîn. SES'ê destnîşan kir ku beramberî vê yekê çeteyên birîndar jî li TÎGEM û binê hin apartmanên li Rihayê di nexweşxaneyên taybet de tên dermankirin.

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Şaxê Rihayê der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rihayê de li avahiya xwe ya Rihayê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Serokê SES Şaxê Rihayê Îsmet Karadag li civînê peyivî û der barê mirovên di pevçûnên li Rojava de birîndar bûne û anîne Rihayê, îdîayên gihaştine destê wan aşkera kir.

POLÎSÊN WEZÎFEDARÊN TENDURISTIYÊ!

Karadag diyar kir k yekemcar meha bihurî çend birîndarên YPG'yî anîne nexweşxaneyên Rihayê û got, "Meha bihurî çend YPG'yî yên birîndar anîn. Ev welatiyên birîndar, ji aliyê polîsên ku kincê wezîfedarên tenduristiyê li xwe kiribûn gav bi gav dihatin şopandin. Dema ji wan hat pirsîn ka kî ne, polîsan gotin ew ji yekîneya tenduristiyê ne. Gelo yekîneyeke bi vî rengî ya polîsan ava bûye lê haya me jê tineye? Nexweş li ser doşkên nexweşxan hatine lêpirsîn. Bêyî destûra doktoran, qedexeya hevdîtin bi nexweşan re bê kirin. Divê ev îdîaya cidî tavilê ji aliyê Walî û rayedarên Emniyetê ve bê bersivandin."

DI HUNDIRÊ TÎGEMÊ DE NEXWEŞXANEYA SEHRA

Karadag diyar kir ku agahî gihaştine destê wan ku endamên çeteyên ser bi El Qaîdeyê yên di pevçûnan de birîndar bûne li "nexweşxaneyên" taybet ên ji bo wan hatine amadekirin, tên dermankirin û ev agahî da:

"Te gotin li nava erdê TÎGEM'ê nexweşxaneyeke sehra ya ku xizmetê dide çeteyan heye. Her wiha behs tê kirin ku li Bahçelîevler, Eyyubiye û gelek taxên din ên Rihayê, di binê gelek avahiyan de nexweşxaneyên ximetê didin rêveberên çeteyan hene. Vana îdîayên gelekî cidî ne. Divê tavilê di vê derbarê de daxuyanî bê dayîn. Ji ber ku navnîşanên hatine diyarkirin, li holê hene."

ANF'Ê RAGIHANDIBÛ KU TÎGEM BIRYARGEHA ÇETEYAN E

ANF'ê ragihandibû ku erdê Muduriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê ya li Serêkaniyê (TÎGEM) ji bo alîkariya çek, muhîmmat, xwarin û veguhastina birîndarên çeteyên ser bi El Qaîdeyê weke navendekê tê bikaranîn.