Çete ji Eniya Başûr direvin
Çete ji Eniya Başûr direvin
Çete ji Eniya Başûr direvin
Çeteyên DAIŞ'ê yên rêveçûna wan li eniya rojhilat hat sekinandin, hat ragihandin ku li eniya başûr jî windahiyên giran dane û neçar mane xwe vekişînin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ku di 15'ê Îlonê de destpê kirin, ketin roja nehemîn. Çeteyên ku li hemberî çalakiyên hêzên YPG'ê windahiyên giran didin, dest bi vekişînê kirin.
YPG'YIYAN BI ÇEKÊN GIRAN BERSIV DAN
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pevçûnên duh êvarê li eniya başûr a Kobanê destpê kirin, ber destê vê sibehê dijwar bûn. Piştî ku hêzên YPG'ê bi çekên giran bersiv dan êrîşan, çeteyên windahiyên giran dan neçar man xwe ji hin herêman vekişînin.
Li aliyê din hat hînbûn ku cenazeyê yek ji çeteyên hatin kuştin di destê şervanên YPG'ê de ye û çete bi karnasê ji dûr ve êrîşên xwe dewam dikin.
DUH GUNDÊ HALINC Û DU DU GIRÊN WÊ HATIBÛN RIZGARKIRIN
Gundê Halinc ê li başûrê Kobanê duh di encama şer û pevçûnên tevahiya rojê de ji çeteyan hatibû rizgarkirin. Her wiha girên Kulîlkê û Savama Rovî jî di encama çalakiya YPG'ê de ji çeteyan hatibûn paqijkirin. Di pevçûnên li vir de bi dehan çete hatin kuştin, 3 çekên doçka jî hatin rûxandin.
Li rojavayê Kobanê jî hêzên YPG'ê wesayîtek û hawanek çeteyan rûxandin.
3 ÇETEYÊN BI KINCÊN SIVÎL HEWL DAN XWE BERDIN NAVA YPG'Ê HATIN KUŞTIN
Wekî din li başûrrojhilatê Kobanê jî, çeteyan bi kincê sivîl hewl dan xwe berdin nava nuqteyeke YPG'yiyan. Hersê çete gazî şervanên YPG'ê kirin û hewl dan ku şervanan bixin kemînekê. Lê şervanên YPG'ê pê hesiyan ku ev her sê kes çete ne û wan bêbandor kirin.
Şervanên hewl dan ku nêzî cenazeyan her sê çeteyên kuştî bibin dîtin ku li pey wan tank û doçkayên DAIŞ'ê sekinî ne. Şervan yekser ji wê deverê vedikşiyan û xwe ji xefk û kemînên çeteyan rizgar kirin.