Çete kampa penaberan wekî baregeh bikar tînin
Çete kampa penaberan wekî baregeh bikar tînin
Çete kampa penaberan wekî baregeh bikar tînin
Hate hînbûn ku komên çete kampa penaberan a Atmayê ya li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê wekî baregeh bikar tînin û êrîşan pêk tînin. Li aliyê din hate gotin ku ambulansên Tirkiyê jî li ser navê “alîkariya sivîlan” di ser vê kampê re derbasî Suriyê dibin û birîndarên komên çete dibin Tirkiyê.
Atma bajarokek girêdayî bajarê Idlibê yê Suriyê ye û dikeve herêma sînorê Tirkiyê. Li wî aliyê sînor, ango li hemberî Atmayê Navçeya Reyhanli ya girêdayî bajarê Antakya (Hatay) yê Tirkiyê heye.
Piştî ku şerê li Suriyê dijwar bû û gelek welatî neçar man ber bi Tirkiyê ve koç bikin, li vî bajarokê ku piraniya şêniyên wê ereb in jî kampa penaberan hate avakirin. Lê taybetiya vê kampê ew e ku nîvê wê li aliyê Tirkiyê, nîvî jî li aliyê Suriyê ye. Gelek welatiyên ku ji ber şer reviyan li vê kampê hatin bicîhkirin.
Li kampa Atmayê jî wekî gelek kampên din ên li Tirkiyê, gelek pirsgirêkên mirovî û jiyanî hatin jiyandin. Ev kamp di rojên dawî de hîn zêdetir ket rojevê. Lê vê carê bi pirsgirêkên jiyanî zêdetir, bi komên çete hatiye rojevê.
Çend roj beriya niha komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El Nusra êrîşî gundên Efrînê kirin. Di encama şerên dijwar ên van koman û hêzên YPG’ê de gelek windahiyên êrîşkaran çêbûn. Lê tê gotin ku her carê ber bi Tirkiyê ve direvin û birîndarên xwe dibin wir. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çete, li kampa Atmayê bicîh bûne, kampê wekî baregeh bikar tînin û ji vir êrîşên xwe pêk tînin.
Hate ragihandin ku ji ber van pêkanînên çeteyan gelek penaber ji kampê reviyane, zarok û jin nemane tê de û tenê endamên çeteyan mane, her wiha bi rehetî êrîşan pêk tînin. Li aliyê din hate gotin ku çeteyên gelek windahiyan didin, bi alîkariya Tirkiyê kuştî û birîndarên xwe di ber kampê re dibin wî alî. Çavkaniyan anî ziman piştî şerê duh ê li gundên Girê Silora û Celemê jî komên çete birîndarên xwe di ser kampê re birine Tirkiyê. Hate gotin ku ambulansên Tirkiyê li ser navê “alîkariya sivîlan” hatine kampê û ji wir jî çûne cihê pevçûnê û birîndarên çeteyan birine Tirkiyê.
Her wiha tê gotin ku komên çete di ser kampê re çekan jî ji Tirkiyê tînin.