Çete nahêlin pêdiviyên jiyanî derbazî Efrînê bibin

Çete nahêlin pêdiviyên jiyanî derbazî Efrînê bibin

Welatiyên Efrînê diyar kirin ku, komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) nahêlin ku zebze û pêdiviyên jiyanê derbazî herêmê bibin.

Dorpêçkirin û ambargoya komên çete ya li ser herêma Efrînê bi gelek awayan dewam dike. Komên çete ku rêyên di navbera Efrîn û herêmên din ên Sûriyeyê de birîne, nahêlin zebze û pêdiviyên din yên jiyanî derbazî herêmê bibin. Hate gotin ku, çete her wiha nahêlin welatî berhemên wekî zeytûn û hinaran derxînin derveyî bajêr û bifiroşin.

Xwediyên dikanên zebzeyan diyar kirin ku, ew pêdiviyên xwe ji herêma Babê dikirin, lê komên çete rê girtine û nahêlin ku wesayîtên wan derbaz bibin.

Welatiyê bi navê Zihnî Qesab diyar kir ku, dema wî dixwest ji bo kirîna zebze biçe herêma Babê komên çete dest danîne ser wesayîta wî.

Hate gotin ku, komên çete carnan jî ji bo derbazbûna her wesayîteke barkirî 50 hezar lîreyê Sûriyeyê distînin, bazirgan jî neçarin ku van pereyan bavêjin ser buhayê zebzeyan.