Çete negihaştin armanca xwe: 4 êrîşkar mirin

Çete negihaştin armanca xwe: 4 êrîşkar mirin

Komên çete yên ku dixwestin li dijî herêma Girzîro êrîşên bombeyî pêk bînin, li ser hişyariya hêzên Asayîşê negihîştin armanca xwe û 4 ji êrîşkar di encama teqadina wesayîtên wan de hatin kuştin.  

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, komên çete bi 3 wesayîtên bombarkirî xwestin êrîşî herêma Girzîro bikin. Êrîşkarên ku destpêkê bi wesayîtekê hatin û xwestin derbas bibin, hewl dan ku li benda kontrolê ya li derveyî gundê Girzîro ye, hêzên Asayîşê mijûl bikin da ku wesayîtên din derbas bibin.

Lê hêzên Asayîşê ji rewşê ketin gumanê û xwestin wesayîtan rawestînin. Lê dema êrîşkaran xwestin pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê wesayît gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de 2 wesayîtên êrîşkaran ên bombebarkirî teqiyan. Di encama teqînê de 4 êrîşkarên di wesayîtan de bûn mirin. Ji ber tesîra teqînê 3 endamên Asayîşê jî jiyana xwe ji dest dan.