Çeteyan 13 welatiyên Kurd revandin

Çeteyan 13 welatiyên Kurd revandin

Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra 13 welatiyên Kurd ên ji Kobanê revandin. Hate gotin welatî rastî îşkenceyên hovane tên.

Ciwanê Kurd Ferhad Salih ê 20 salî da zanîn ku komên çeteyan, tevî wî 13 welatiyên ji Kobanê, dema ku dixwestin biçin Başûrê Kurdistanê, li herêma Reqayê revandine. Salih diyar kir ku ji ber ku Kurd in hatine revandin û rastî îşkenceyên hovane hatine.

Ferhad Salih destnîşan kir ku dema ew û 12 kesên din di 5’ê Îlonê de ji bajarê Kobanê diçûn herêma Cizîrê da ku ji wir jî biçin Başûrê Kurditanê, li herêma Reqayê ji aliyê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ve hatine revandin. Salih got ku çeteyan ji wan re gotine ku Kurd kafirin û dijminên Îslamê ne, lewma ew revandine.

Salih da zanîn ku çeteyan paşê ew birine bajarê Reqayê û lêpirsîn kirine. Salih Ev tişt anîn ziman: "Kesekî ku zimanê wî yê erebên kendavê bû lêpirsîn dikir. Du kesên din ku bi wan re kêr û qamçî hebûn li min dixistin, jimin re digotin Kurd kafirin û pêwîste bêne kuştin."

Salih anî ziman ku ew û du kesên din ên ji Kobanê 4 rojan bi qamçî û elektrîkê hatine îşkencekirin. Her wiha çeteyan dîmenên teqandina Mala Gel a Girê Spî û pêlêkirina alên Kurdî nîşanî wan dane û gotine “Ev cezayê kafiran e”.

Salih ku piştî 16 rojan, ango di 21’ê Îlonê de bi 6 hevalên xwe re hate berdan, da zanîn ku 6 hevalên wan jî hîn li ba komên çeteyan e û der barê wan de tu agahiyan nizanin.