Çeteyan 30 sivîl revandin
Çeteyan 30 sivîl revandin
Çeteyan 30 sivîl revandin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra 30 welatiyên kurd ên sivîl ji herêma rojavayî Helebê revandin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra duh êvarê 30 sivîlên ji bajaroka Kefer Sexîr a li rojavayî Helebê revandin.
Piştre komên çete 4 ciwan şilandin û ew serbest berdan û 26 ciwanên din birin cihekî ne diyar. Hate hînbûn ku çeteyan ciwanên binavê Faris Elî, Mihemed Umer Eymih, Hemê Zekûr û Şeeban Usman piştî rojekê serbest berdan. Ciwanê binavvê Hemê Zekûr ku serbest hate berdan diyar kir ku komên çete bi hinceta ku ew endamên Eniya El-Ekrad in îşkence li wan kirin.
Hemê Zekûr destnîşan kir ku komên çete milyonek lîreyên Sûriyê ji mala wî destserkirine û piştre ew serbest berdane. Zekûr da zanîn ku 26 sivîlên ku hîn li gel çeteyan girtîne rastî îşkenceyeke tund tên, komên çete bi dare zorê û di bin îşkenceyê de dihêlin ku bêjin ku endamên Eniya El-Ekrandin û PYD’ê ne.