Çeteyan 52 motorên avdanê yên Cotkaran dizîn

Çeteyan 52 motorên avdanê yên Cotkaran dizîn

Li Girê Spî (Til Ebyed) Komên Çekdar ên Deweleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) piştî talan kirina malan, vê carê motorên avdana zeviyan didizin.

Çavkaniyên herêmî ji gundên Girê Spî diyar kirin ku Komên Çekdar ên DAIŞ piştî talan kirina malan, vê carê motorên avdanê yên cotkarên Kurd didizin.  Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê û tabûr Ehrar El-Şam bi tenê ji gundê Til Findirê 52 motorên avdaniyê dizîne. 

Li aliyeke din çavkaniyên heremê diyar kirin, ku koma navê Eniya Îslamî ya Kurdî li xwe dike, ji şêniyên herêmê re dibêjin kesên venagerin mala xwe, dê malê wan bibin malên Dewleta Iraq û Şam. 

Di destpêka êrîşên li ser gundên Girê Spî de jî tabûra bi navê Ebû Reed a girêdayî DAIŞ’ê gundê Til Findir talan kiribûn û şêniyên wê bi gefa çekan koçber kiribûn.