Çeteyan 70 welatî ji Til Hasil û Til Eranê revandin

Çeteyan 70 welatî ji Til Hasil û Til Eranê revandin

Li gundên derdora Helebê, komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra, bi alîkariya komên çete yên Kurd, welatiyên Kurd direvînin û malên wan talan dikin. Li Kobanê jî ciwanê Kurd ê ji aiyê çeteyan de hat serjêkirin, jiyana xwe ji dest da.

Êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam û çeteyên Kurd yên Tabûra Azadî û Selahedîn, kiryarên revandin û girtina welatiyên sivîl dewa dikin û malan talan dikin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku 70 welatiyên ji gundên Til Hasil û Til Eranê di destê komên çete de li bajarê Sifîrê birîne. Çavkaniyan diyar kir ku komên çete bi şevê malên welatiyan li Tilhasil û Tileranê talan dikin.

Komên çete yên ku bi alîkariya tabura Selahedîn 30 welatiyên gundê Kefesixîrê revandine û agahî ji wan na yên girtin. Komên çete malên welatiyan jî talan kirin.  Her wiha komên çete jina Ciwan a bi navê Îlham Rûmî revandine û jibo berdana wê pere ji malbata wê xwestine. Komên çete duh ciwanê bi navê Hozan Bozan ku li bajarê Kobanê revandin, qirika wî birîn. Piştî Bozan rakirin nexweşxaneyê, li gel hemû hewildanan jî nekarîn rizgar bikin û duh di seatên êvarê de li nexweşxwaneya Mehmet Akif Înan a Ruhayê jiyana xwe ji dest da.

Wekî din hat ragihandin, li derdorê Sididiyê û Mişrefa yê 5 kîlometre dikeve  bakûrê Til Koçer, li gundê Yûsifiyê, Girhok yê başûrê Girkêlegê, li gundê Til Îd yê dikeve rojavaya Qamişlo di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûnên demî derketin.