Çeteyan ajokar Rêzan Îsa qetil kirin
Çeteyan ajokar Rêzan Îsa qetil kirin
Çeteyan ajokar Rêzan Îsa qetil kirin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nsura ji 70 welatiyên ku berê hefiyekî li herêma Izaz a Helebê revandibûn 20 kes serbest berdan û 5 kes hîn li gel komên çete girtîne. Welatiyên ku serbest hatin berdan diyarkirin ku, komên çete ajokarê binavê Rêzan Ehmed Îsa bi îşkencê qetilkirin.
Ji 70 welatiyên ku beriya hefteyekê ji Efrîn ber bi Qamişlo ve bi rêketibûn û li nêzî bajarê Izaz a Helebê ji aliyê çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra hatibûn revandin 20 kes serbest hatin berdan û 50 kes jî hîn girtîne. Hate hînbûn ku çeteyan ajokerê otobîsê bi hovîtî qetilkirin.
Navê welatiyên ku serbest hatine berdan wiha ne: Hozan Ebdê Betal, Alan Ebdê Betal, Ferîd Ebdela Mistefa, Idrîs Mûsa Xelîl, Mislim Mihemed Hemîd, Mihemed Zekî Ehmed, Heysem Ebdo Xerîb, Rohat Hemîd Cawîş, Sadiq Ebdo Derwîş, Mihemed Sîdo Ehmed, Mihemed Hesen Ehmed, Melaz Ibrahîm osman, Osman Hemo Ehmed, Hemo Xelîl, Ebdulrehman Sîso Yûsiv, Ramî Mihemed Mihemed, Ela Mihemed Cuma, Mistefa Mihemed Dedo, Cafer Şêxo Horîk û Cemîl Cafer Henan.
Welatiyên ku hatine berdan diyar kirin ku komên çete ajokerê otopîsê yê bi navê Rêzan Ehmed Îsa piştî ku bi hovîtî Işkence lê kirine kuştine. Îsa ji gundê Aqîbê yê Efrînê ye.
Welatiyan diyar kir ku komên çekdar piştî ku pere, zêr û tiştên li ser wan dizîne ew berdana. Welatiyên ku hatine berdan dan zanîn ku komên çekdar 400 hezar lîre, 1000 dolar, 8 telfonên bêrîkan û gelek zêr jî ji wan dizîne û piştî gefxwain û tehdîdan ew berdane.