Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan
Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan
Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan
Komên çete êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG'ê ku li çerxerêye gundê Cinêdiyê yê Girkê Legê kirin û 3 çavdêrên benda kontrolê jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro di saetên sibê de komên çete êrîşî benda kontrola YPG'ê ya çerxerêya gundê Cinêdiyê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derket. Hate gotin ku êrîşkaran wesayîtek û hin çek li pey xwe hiştin û reviyan.
Hate gotin ku hêzên YPG'ê bi armanca parastina welatiyan, ketine pey çeteyên ku ketin gund û ew di gund de dorpêçkirine. Hate hînbûn pevçûn didomin.
Di malpera fermî ya YPG'ê de der barê bûyerê de agahî hat dayîn û hat gotin, "3 çavdêrên ku li ser bendê parastinê dikirin piştî berxwedaneke bi lehengî jiyana xwe ji dest dane."