Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 6 çete hatin kuştin
Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 6 çete hatin kuştin
Çeteyan êrîşî benda YPG'ê kirin: 6 çete hatin kuştin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li Serêkaniyê êrîşî benda kontrolê ya YPG'ê kirin. Hêzên YPG'ê bersiv dan û di encama pevçûnan de 6 êrîşkar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê ji gundê Til Xenzîr êrîşî benda kontrola YPG'ê ya gundê Xirbet El-Benat a 25 km dikeve rojavayê Serêkaniyê kirin.
Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva êrîşkaran da û pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 6 endamên komên çete hatine kutşin û gelek birîndar bûne.
Li herêmê cih bi cih pevçûn dewam dikin.