Çeteyan êrîşî gundên Kurdan ên li Bab'ê kirin
Çeteyan êrîşî gundên Kurdan ên li Bab'ê kirin
Çeteyan êrîşî gundên Kurdan ên li Bab'ê kirin
Komên çete yên DAIŞ'ê piştî Minbic û Cerablusê êrîşî gundên Kurdan ên Til Betal, Qelbîn û Tiwîne yên herêma Bab a Helebê kirine. Hat ragihandin ku çeteyan hin welatiyên Kurd jî revandine.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku ev demeke êrîşî Kurdên li bajarên Minbic û Cerablusê dikin, duh di saetên êvarê de êrîşî gundên Kurdan ên li herêma Bab a Helebê kirin û hin welatiyên kurd revandin.
Çavkaniyan ragihandin ku komên çete êrîşî gundên Til Betal, Qelbîn û Tiwîne yên herêma Bab a Helebê kirine û malên kurdan talan kirine, her wiha hejmarek nayên kesên sivîl revandine. Hate hînbûn ku ji kesên ku hatine revandin bi navê Bavê Mihemed û Şîbo yên ji gundê Qeblînê ne.
ÇETEYAN DOR LI GUNDÊN TIL ŞEHIR, QUBET EL-ŞÊX Û SOSRÛMAT GIRTIN
Hate gotin ku komên çete malên Kurdan talankirine, hemû alavên malan dizîne û birine cihekî ne diyar. Li aliyê din komên çete gundê Til Şehir, Qubet El-Şêx û Sosrumat ên herêma Bab yên Helebê dorpêçkirine da ku di rojên pêş de êrîşî bikin. Çavkaniyên herêmê didin diyar kirin metirsiya komkujiyê li ser kurdên herêmê heye.
Komên çete yên DAIŞ'ê di destpêka Kanûnê de êrîşî taxên Kurdan ên Minbicê û Cerablusê kiribûn û bi dehan Kurdên sivîl ku zarok û jin jî di nav de revandibûn, her wiha mal û milkên wan talan kiribûn.
Li herêma Ezaz, Bab, Minbic, Cerablus ya bajarê Helebê Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn. Li herêmê bi dehan gundê Kurdan hene û ev demeke di nava meteriya komkujiyê dene.