Çeteyan hewildan êrişî noqteya YPG’ê bikin

Çeteyan hewildan êrişî noqteya YPG’ê bikin

Hate ragihandin ku 7 endamên komên çete yên ku dixwestin êrîşî noqteya YPG'ê bikin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve dîl hatin girtin. Li gel çeteyên êrişkar wesayîtek ku doçka li ser jî hate desteser kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bi dest xistin, îro di saetên êvarê de li gundê Cilbir yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê komeke ji 7 kesan pêk dihat û hate gotin girêdayî komên çete ên li ser navê îslamê tevdigerin hewl dan ku êrîşî noqteya YPG'ê bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bi awayekî lez û bez mudaxele kir û her heft êrîşkar dîl girtin. Hate ragihandin ku li gel çeteyên êrişkar, wesayîtek ku doçka li ser heye jî hatiye desteser kirin.