Çeteyan Kurdekî Êzidî kuştin
Çeteyan Kurdekî Êzidî kuştin
Çeteyan Kurdekî Êzidî kuştin
Çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra welatiyê bi navê Murad Sedo Biro yê Êzîdî qetilkirin û birayê wî Elî Biro revandin.
Komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra piştî pevçûnên duh ku windahiyên mezin dan, îro di saetên serê sibehê de dîsa xwestin êrîş bikin. Lê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derketin. Komên ku nekarîn pêş de werin vê carê êrîşî gundê Esediyê yê Êzîdiyan kirin. Di êrîşa çeteyan de gundiyan bersiv da, di encama bersivdayîna gundiyan de pevçûn derketin. Di pevçûnên di navbera gundî û çeteyan de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.Hate hînbûn ku piştî çeteyan welatiyê bi navê Murad Biro qetilkirine, birayê wî Elî Biro revandine. Niştecihên gund neçar man gundê xwe terk bikin û koçî gundên derdorê bikin.
Murad Biro di sala 1975’an de li Serêkaniyê jidayik bûye.