Çeteyan li Ezazê 170 Kurd revandin

Çeteyan li Ezazê 170 Kurd revandin

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) yên ser bi El Qaîdeyê êrîşî gundê Ihris ê Ezazê ku şêniyên wê Kurd in kirin û jin û zarok jî di nav de bi giştî 170 kurd revandin. Çeteyan beriya niha bi hefteyekê li herêma Munbicê û gundên derdora Cerablusê 50 Kurdên sivîl revandibûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 04.30'an de derdora 500 endamên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi 55 wesayîtan ku 30 ji wan doçka li ser bûn êrîşî gundê Ihris a girêdayî Ezaz a Helebê ku şêniyên wê Kurdin kirin. 

Hate gotin ku çeteyan di meydana gund de muxtarê gund û zarên wî îşkence kirin, her wiha malên welatiyan talan kirin û 170 kes ji şêniyên gund ku zarok û jin jî di nav de revandin û birine cihekî ne diyar. 

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan 12 wesayîtên gundiyan ên bi pîvaz  û betata barkrî destserkirin.

Hate ragîhandin ku 170 welatiyên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandine ji malbatên Çawîş, Elo, Rustem, Bîrawî, Birîmo û Sixnê ne.

Komên çete yên girêdayî DAIŞ/Eniya El Nusra beriya hefteyekê, li herêma Munbicê û gundên derdora Cerablusê, yek jê jin, 2 zarok û 7 keç bi giştî 50 Kurdên sivîl revandibûn.

Komên çete li ser rêya Kastêlo ya di navbera Heleb û Efrînê welatiyê bi navê B.S. revandibûn û 3 rojan îşkence lê kiribûn.

Li gorî agahiyan, çeteyên El Qaîde sivîlên direvînin di şer de weke mertalan bikar tînin.