Çeteyan li Girê Spî 3 kes înfaz kirin
Çeteyan li Girê Spî 3 kes înfaz kirin
Çeteyan li Girê Spî 3 kes înfaz kirin
Çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra duh li meydana bajaroka Girê Spî (Til Ebyed) 3 welatî înfaz kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku duh çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra li meydana bajaroka Girê Spî (Til Ebyed) bêyî ku sedemekê nîşan bidin 3 welatî înfaz kirin.
Şahidekî bûyerê diyar kir ku 5 wesayît derbasî meydana bajêr bûn, 3 ciwanên ku serê wan pêçayî bû û destên wan girêdayî ji wesayîtê peya kirin û ew li ber çavê gel bi guleyan înfaz kirin: Şahid anî ziman ku çeteyan paşê termê kuştiyan li du wesayîtan girêdan û li nava bajêr gerandin.
Şahidê bûyerê her wiha diyar kir ku endamên komê rûyên xwe pêçabûn û li ser wesayîtan jî nivîs û nîşanên koma dewleta Îslamî "DAIŞ" hebûn.