Çeteyan li Girê Spî bi buhayê 12 milyon lîreyî dizî kirin
Çeteyan li Girê Spî bi buhayê 12 milyon lîreyî dizî kirin
Çeteyan li Girê Spî bi buhayê 12 milyon lîreyî dizî kirin
Welatiyekî ji bajarê Girê Spî (Til Ebyed) diyar kir ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra bi buhayê 12 milyon lîre tiştên dikana wî dizîne.
Welatiyê ji Girê Spî (Til Ebyed) Şêx Elî Osman diyar kir ku tabûrên Şêx El-Islam û Umer Bin Xetab a girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra dikana wî ya li bajêr talan kirine û bi buhayê 12 milyon lîre ji dikana wî dizî kirine.
Osman diyar kir ku piştî êrîşên komên çete li Girê Spî ew neçar maye bireve, lê berî 5 rojan cîranê wî yê li taxê bi telefonê jê re gotiye ku tabûra bi navê "Umer Bin Xetab" navê xwe li ser deriyê dikanê nivîsiye, ev jî tê wateya ku dikan bûye malê tabûrê.
Osman wiha dewam kir: "Roja din cîranê min axivî û diyar kir ku endamên tabûra Şêx El- Islam û Umer Bin Xetab dikana wî talan kirine.’’
Osman diyar kir ku ji tabûra Şêx El-Islam kesên bi navê Wehî El-Aşiq, Ehmed El-Aşiq, Mihemed Imêr, Başî, Isa Kerfûş û ji tabûra Umer Bin Xetab jî Ismaîl Ebdula Ebdo hatine nas kirin.
Osman bang li rûspiyên Erban ên herêma Girê Spî kir ku tevlî kiryarên qirêj ên El-Nusra nebin.