Çeteyan li Helebê darbe xwarin: 10 mirî
Çeteyan li Helebê darbe xwarin: 10 mirî
Çeteyan li Helebê darbe xwarin: 10 mirî
Di şerê ku li Helebê îro bi êrîşên komên çete re di navbera wan û hêzên YPG, Eniya El-Ekrad de derketin de, heta niha 10 çete hatin kuştin, ji 10’an zêdetir birîndar bûn û 2 noqteyên komên çekdar hatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî saet derdora 13.00’an de bi çekên giran êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî kurd lê dijîn kirin. Hate ragihandin ku di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad de şer derket. Hate gotin ku di şerê heta niha de li hersê cihan 10 çete hatin kuştin, zêdetirî 10’an jî birîndar bûn.
Çavkaniyan ragihandin ku di pevçûnên di navbera Eşrefiye û Sekin Şebabî de 2 noqteyên komên çekdar hatine bidestxistin.
Pevçûnên li herêmê bi dijwarî didomin.