Çeteyan li Serêkaniya ser xetê 5 kes birîndar kirin

Çeteyan li Serêkaniya ser xetê 5 kes birîndar kirin

Ji ber gulereşandina ji kozikên çeteyan ên li bin xetê, li Serêkaniya ser xetê 5 kes birîndar bûn.

Çeteyên El Nûsra, ji qada Til Xelefê bi tank û hewanan êrîş birin ser Serêkaniya bin xetê. Piştî vê êrîşa li hemberî deriyê sînor a saet li dora 04.00 de pevçûnên dijwar rû dan û hat hînbûn ku çeteyên çekên giran bikar dianîn, ji derdora deriyê sînor hatine derxistin. Tê gotin, pevçûn li qadên Es Rerneccar û Til Xelef ên çete lê asê mane, dewam dikin.

Di dema pevçûnan de ji kozikên çeteyan gule li Serêkaniya ser xetê hat reşandin. Yek ji şêniyên navçeyê Aslan Ege yê li Mala Mamosteyan li gel endamên çapemeniyê pevçûn dişopand, bi fîşeka li pişta wî ket, birîndar bû. Ege yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê, rewşa wî giran e. Her weha ji ber guleya çeteyan, xebatkarê kargeha li kolana berê ya PTT'ê Ahmet Akkûrt ji lingê xwe birîndar bû. Akkûrt ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.

Ji ber gulereşandina çeteyan, Fatma Alagoz a 70 salî ya li taxa Înkîlapê, Medîne Alagoz a li Taxa Yenîşehîrê û Veysî Bayram (35) ê li nêzî Qeymeqamiya Navçeyê rûdinê, li malên xwe birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat ragihandin ku du guleyên rokêtê yên li navenda sûkê ketine, ne teqiyane.

Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam dikin û li gorî çavkaniyên herêmî, ji çeteyên El Nûsra yên êrîşî deriyê sînor kirine, 30 jê hatine kuştin.