Çeteyan vê carê jî çav berdan zarokên welatiyan
Çeteyan vê carê jî çav berdan zarokên welatiyan
Çeteyan vê carê jî çav berdan zarokên welatiyan
Komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra ku li hemberî hêzên YPG’ê wendahiyên mezin didin, lewre jî li dijî gel pêkanînên hovane dikin, niha jî ji malbatên ereb û kurd dixwazin ku zarokên xwe bidin wan. Malbatên ku nedin jî gefê li wan dixun. Ji ber vê yekê gelek malbatan koçî Bakûrê Kurdistanê kirin.
Komên çekdar ên ku li ser navê Îslamê tevdigerin, her ku li hemberî berxwedana YPG’ê û gelên herêmê têk diçin, serî li rêyên qirêjtir û dij exlaqî didin. Komên bi navê Dewlet El-Îslam/El-Nusra li bajarokên Til Eran, Til Hasil ên Helebê, li Girê Spî (Til Ebyad) gelek welatî revandin, êşkence li wan kirin, her wiha kuştinû mal şewitandin, niha jî dixwazin zarokên kurd û ereban di êrîşên xwe de bikar bînin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê û malbatan hatine girtin, li herêma Girê Spî ev komên hanê, zorê didin ser malbatên ereb û kurd dakû zarokên xwe bidin wan. Hate ragihandin ku di roja yekemîn a Cejna Remezanê de komên çekdar çûne gundên derdora Girê Spî û zor daye ser malbatan ku her yek zarokekî xwe bide. Yek ji van gundan jî gundê Şirîanê ye. Çavkaniyan gotin ku di sibeha roja cejnê de emîrekî El-Nusra çûye gund û xwestiye ku her malbatek zarokekî xwe bide wan.
Hate gotin malbatan ev yek qebûl nekiriye û li ser vê yekê komên çekdar ew tehdît kirine û fermana wan derxistiye. Piştî van tehdîtan malbatên li van gundan ji ber tirsa komên çekdar dest bi koçberiyê kirin. Hate ragihandin ku hinek malbat çûne aliyê Dêra Zorê û gelek jî çûne Bakûrê Kurdistanê.
Duh jî gelek malbat di Derîyê Sînor ê Girê Spî re derbasî navçeya Kaniya Xezalana Rihayê bûn.