Çeteyan zêdeyî 300 welatiyên kurd revandin
Çeteyan zêdeyî 300 welatiyên kurd revandin
Çeteyan zêdeyî 300 welatiyên kurd revandin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi hevkariya çeteyên Komele yên girêdayî hin partiyên kurd, li herêmên Cerablus û Ezaz ên Helebê zêdeyî 300 welatiyên Kurd ku jin û zarok jî di nav de ne revandin e.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê bi çeteyên kurd ên xwe weke Komele bi nav dikin, ku di nav de partiya azadî, El-partî û hinek komikê din hene, 300 Kurdên ji herêma Ezaz û Cerablus revandine. Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan malên Kurdan ên li herêmê talan kirine.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ'ê û Komele ku ji aliyê Tirkiyê têne destekirin, êrîşî gundên Til Betal, Ehrezê, Qeir Kelbîn, Sonbat, Coban Beg, Qerakoz û Kîdrîş kirine. Hate gotin ku çeteyan malên Kurdan talan kirin û gelek Kurd revandin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di nava kesên hatine revandin de jin û zarok jî hene.
Çavkaniyan tekez kirin ku komên çete 170 kurd ji gundê Ehrezê, 20 ji gundê Qeir Kelebîn, 15 ji Til Betal û 30 ji gundê Keîdrîş revandine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çete 70 kurdên ji Ehrezê serbest berdane û çarenûsa kesên din hîn ne diyar e.
Komên çete, destpêka meha Kanûnê êrîşî taxên kurdan ên li Minbic û Cerablus kiribûn û bi dehan kurd ku jin û zarok jî di nav de revandibûn.
Li Herêma Gundên Helebê 117 gundên kurdan hene û beriya niha gelek gundên kurdan li wan herêma rastî êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê û Artêşa Azad hatibûn, malên kurdan hatine talankirin û gelek kurdên sivîl hatibûn revandin.