Çeteyên DAIŞ’ê 53 rêwiyên kurd revandin
Çeteyên DAIŞ’ê 53 rêwiyên kurd revandin
Çeteyên DAIŞ’ê 53 rêwiyên kurd revandin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) 50 rêwiyên kurd ku ji Cindêris a Efrîn ber bi paytext Şamê ve bi rêketibûn revandin. Her wiha li Dairt Iza 3 ciwanên kurd revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên DAIŞ'ê duh di saetên nîvre li nêzî bajaroka Xan El-Esel a Şamê otobîseke rêwiyan ku 50 kurdên ji Cindêrisa Efrînê ber bi paytext Şamê bi rêketebûn, revandin. Li aliyê din hate gotin ku komên çete ciwanên kurd Ferhad Xalid, Mihemed Ferîd û Gîvara Hesen ên ji gundê Basûtê ya navçeya Şera dema ku çûbûn gundê Qubtan El-Cebel a nêzî bajaroka Darit Izê ya Helebê revandin. Malbatên 3 welatiyên ku hatine revandin diyar kirin ku xizmên wan bi armanca pêdiviyên xwe yên jiyanî bistînin çûbûn gundê Qubatan El-Cebel ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Malbatan gotin ku komên çete xizmên wan birine bajaroka El-Dana ya Îdlibê. Li aliyê din hate gotin ku çeteyên tabûra Nûr El-Dîn El-Zengî 3 ciwan revandine.
Mehek berê komên çete welatiyê bi navê Mihemed Hebîb ê ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa revandibûn û heta niha çarenûsa wî ne diyare. Her wiha komên çete çend meh berê 4 otopîsên rêwiya yên girdayî kampaniya Kelas a Efrînê revandibûn. Komên çete piştî çend rojan piraniya sivîlan berdan û hin ji rêwiyan û otobîs li gel xwe hiştin û heta niha çarenûsa wan ne diyare.