Çeteyên DAIŞ’ê cara sêyemîn gule li gel reşandin

Çeteyên DAIŞ’ê cara sêyemîn gule li gel reşandin

Li gundê Siftik ê Kobanê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ’ê cara sêyemîn gule li gel reşandin.

Hêzên YPG’ê çeteyên DAIŞ’ê yên ku gihiştibûn nêzî Girê Zorava paşde vegerandin. Çeteyên DAIŞ’ê bo cara sêyemîn gule li gelê ku li gundê Siwêdê yê navçeya Pirsûsa Rihayê reşandin.

Gel li ser sînor bi çavan pevçûnên li derdora Girê Zorava dişopînin û bi dirûşim û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re morelê çeteyên DAIŞ’ê xirab dikin. Çeteyên DAIŞ’ê jî gule li gel direşînin û leşkerên Tirk jî tenê temaşe dikin. Gelê li ser sînor nerazîbûn nîşanî helwesta leşkerên Tirk didin.