Çeteyên DAIŞ’ê li ser riyan rêwiyan îşkence dikin

Çeteyên DAIŞ’ê li ser riyan rêwiyan îşkence dikin

 Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yên ku di bajaroka Atma ya girêdayî parêzgeha Idlibê de bi cih bûne, maşinek li ser riya Efrînê rawestandin û piştî rêwiyan îşkence kirin, serbest berdan.

Komên çete yên girêdayî DAIŞ yên ku di bajaroka Atma ya girêdayî parêzgeha Idlibê de bi cih bûne, li ser  riya Efrînê û Atmê maşinek rêwiyan ku dihat Efrînê rawestandin û piştî rêwî îşkence kirin û gotinên kirêt ji wan re digotin, serbest berdan.

Yek ji rêwiyên ku hatibû rawestandin C.C yê şêniyên navçeya Cindirêsê anîn ziman ku ew ji Laziqiyê ve ber bi Efrînê re dihatin û maşina ji aliyê DAIŞ hatiye rawestandin û wiha gor: “Dema em ji bajarê Laziqiyê dihatin bajarê Efrînê, komên DAIŞ’ê ya li nêzî bajaroka Atma ya Idlibê  em rawestandin û em îşkence kir û gotinên kirêt ji me re gotin, em serbest berdan.”