Çeteyên DAIŞ’ê şivanek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê şivanek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê şivanek qetil kirin
Şer di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî dijwar didome. Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê bi topên hewanê şivanek qetilkirin û 27 pezên wî telef kirin.
Şer û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê de li herêman Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hatibû destpêkirin berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê li gundê Şe’îr yê rojavayê herêma Kobanê bi topên hewanê kirin hedef di encamê de şivanek hat qetilkirin û 27 pezên wî kuştin.
Welatiyên nêzî bûyerê agahî dan asayîşê, hêzên asayîşê hatin cihê bûyerê cenazeyê şivan ku parçe bû kom kirin.
Welatiyên ku hatin cihê bûyerê, ji ber ku cenazeyê şîvan parçe parçe bibûn nas nekirin.
Hêzên asayîşê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.