Çeteyên DAIŞ ên li Til hemis windayî dan berê xwe didin Kobanê

Çeteyên DAIŞ ên li Til hemis windayî dan berê xwe didin Kobanê

YPG’ê diyar kir, çeteyên DAIŞ ên li Rebîa-Şengal-Cezaa û Til Hemis windahiyên giran dan ji duh êvarî ve berê xwe dane Kobanê. Li hember çeteyên ji eniyên Rojava û Rojhilat êrîş dewam dikin.

Navenda Ragihandina YPG’ê, diyar kir çeteyên DAIŞ ji duh êvarî ve li hember Kobanê êrîşeke nû daye destpêkirin,

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Çeteyên DAIŞ’ê ya ku êrîşê wan berê li hember Kobanê hatibû şikandin û li Rebîa, Şingal, Cezaa û Til Hemis derbên giran xwarin ji şevê din ve li hember Kobanê êrîşêk nû destpêkirin. 15’ê Îlonê saet 20.00'an de çeteyên DAIŞ’ê, bi çekên giran, tank, fûze û topên cur bi cur a ku ji rejîmên Iraq û Sûrî destxistin, dîsa hêzên teqwiye ya ku ji herêmen cuda anîn ji eniya rojava û rojhilata Kobanê êrîşek li dar xistin.

Çeteyên DAIŞ ev du roj in hem ji rojhilat, hem jî ji rojavayê Kobanê bi topên hawan û obûs, tank û çekên giran ve êrîşên herêmên gelê me ye sîvîl têde dijîn dikirin. Di wan êrîşan de gelek malan derb xwar û zerarên madî çebûn.

Di vê çarçove de çeteyan roja 15’ê Îlonê seat 20.00'an de êrîşî gundên Talik û Zerik a ku dikeve rojavayê Kobanê êrîş kirin. Çeteyên ku li wan herêman ketin kemîna hêzê me derbên giran xwarin û pêşveçûna wan hat sekinandin. Pevçûnên li wan herêman de çiqas kuştî û birîndara çeteyan çebûye nehatiye zelalkirin.

Hêzên Burkan El Firat jî li hember çeteyên ku di navbera gundên Beyadî, Xirabato û Zormixar de di nav tevgerde bûn çalakiyêk li dar xistin. Çalakiya ku 3 wesayît hat rûxandin de 14 çete hatin kuştin.

Çeteyan heman şevê seat 22.00'an de li hember gundên Kiz Alî, Serinc, Birkitik, Gobirlik, Hûriyê, Cer'an, Zêrzorê û Denayik a dikeve rojhilata Kobanê jî êrîşek li dar xistin. Li wan herêman de çeteyan pirr cihen cuda de ketin kemîne hêzên me û pevçûnên dijwar rû dan. Çeteyan derbên giran xwarin, lê nehat zelalkirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan li wan herêman de çebu ye. Îro serê sibe jî hêzên me li vê herême tankek çeteyan tevî çeteyên di nav de rûxandin. Pevçûnên li herêmê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Roja 15’ê Îlonê seat 09.00'an de çeteyên ku xwestin li navçeya Rebîa ya girêdayê Misûlê êrîşek li dar bixin lê hêzên me wan sekinandin. Hêzên me li hember çeteyan çalakiyek suîqestê pêk anîn. Di encam de 2 çete hatin kuştin.”