Çeteyên DAIŞ li Akçakale tên tedawîkirin
Çeteyên DAIŞ li Akçakale tên tedawîkirin
Çeteyên DAIŞ li Akçakale tên tedawîkirin
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ ên di operasyona şervanên YPG’ê ya ji herêma Serêkaniyê heta Girê Spî dirêj dibe birîndar dibin li Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakale ya Riha tên tedawîkirin. Polîsên Tirk dest danîn ser makîneyên wêneyan ên nûçegihanên ku xwestin dîmenên bûyerê bikişînin û wêneyên di makîneyan de jê birin.
Di operasyona şervanên YPG’ê ya ji herêma Serêkaniyê heta Girê Spî gelek çeteyên DAIŞ hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Li gundê Rawya, Dehma û Mebruka ku derbeyên giran li çeteyan tên xistin, gundê Mebruka yê wek biryargeha çeteyan tê bi karanîn jî bi piranî ji çeteyan hat paqijkirin.
Rayedarên Tirk çeteyên DAIŞ ên di operasyona şervanên YPG’ê de birîndar dibin tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakale û li wir tedawî dikin.
10 çeteyên di operasyonê de birîndar bûn duh bi şev anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakale. Çeteyên li vir mûdaxeleya yekemîn li wan hat kirin paşê sewqî nexweşxaneyên li Riha û Dîlokê hatin kirin.
Hat ragihandin ku gelek çeteyên birîndar li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha tên tedawîkirin.
Danê sibehê gelek çeteyên ku birîndar bûn anîn Nexweşxaneya Akçekale. Nûçegihanê ajansa DÎHA dema xwest dîmenan bigire polîsan hewl dan wî bikin bin çavan.
Polîsan ji nûçegihanên DÎHA re gotin kişandina dîmenan qedexe ye û dest danîn ser makîneya wî ya wêneyan û wêne jê birin.