‘Çeteyên El Nûsra birazên min xapandin’
‘Çeteyên El Nûsra birazên min xapandin’
‘Çeteyên El Nûsra birazên min xapandin’
Faysal Ozel ê bi eslê xwe Ereb e û li taxa Basmane ya Îzmîrê dimîne da xuyakirin, ku du birazên wî bi rêya ol hatine xapandin û li hemberî gelê Kurd şer dikin. Ozel got, "Me hem li Mêrdînê hem jî li vir her tim piştgirî dan têkoşîna gelê Kurd; em bûn xwişk û bira. Çeteyên bi navê El Nûsra dixwazin vê biratiyê xera bikin."
Ozel diyar kir ku birazên wî Îbrahîm Ozel (34) û Veysel Ozel ên li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo dijîn, bi rêya ol hatine xapandin û ew birine Eniya El Nûsra. Ozel ragihand ku ji birazên wê Veysel di şerê li hemberî YPG'ê de hatiye kuştin û Îbrahîm jî ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin.
Ozel ragihand ku kekên wî Abdulkadîr, Ramazan û Cemal Ozel, beriya 30 salan ji gundê Tefê yê navçeya Mêrdîn Stewrê derbasî Rojavayê Kurdisatnê bûne û li bajarê Qamişlo bicih bûne. Ozel got, "Kekên min, ji ber leşkerê nekirin ji welatiya Komara Tirkiyê hatin derxistin. Birazên min jî di bin navê 'şerê ji bo ol' de hatin xapandin û tevlî El Nûsra hatin kirin."
"EM MALBATEKE PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DIKIN E"
Faysal Ozel da xuyakirin ku kekên wî bi salan li Qamişlo bi gelê Kurd re di nava biratiyê de jiyane û bi piştgirî dane şoreşa gel a li Rojava derketiye holê û got, "Me jî, hem li Mêrdînê hem jî li vê derê timî piştgirî dan têkoşîna gelê Kurd; em bûn xwişk û bira. Çeteyên bi navê El Nûsra dixwazin vê biratiyê xera bikin."
Faysal Ozel anî ziman ku ew nizane birazên wî kengî birine û got, "Di navbera min û kekên min de xeydek hebû, em zêde bi hev re nediaxivîn. Ji ber vê yekê, nizanim ka birazên min kengî tevlî şer hatine kirin. Dema birazê min Veysel di şer de hat kuştin, êdî em bi hev re axivîn. Û kekê min Abdulkadîr Ozel hingî ji min re got ku kurê wî Îbrahîm jî ji aliyê El Nûsra ve hatiye xapadin û ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin."
"EGER BIRAZÊN MIN SÛC NEKIRIBE, BILA SERBEST WERE BERDAN"
Faysal Ozel da xuyakirin ku kekê wî Abdulkadîr Ozel li taxa Qedir Beg a Qamişlo dijî û li wir bi navê Abîd tê naskirin û xwest, ku eger birazê wî sûc nekiribe serbest bê berdan. Ozel got, "Ez ji vê derê bang dikim. Em piştgiriyê nadin van çeteyên li dijî azadiya Kurdan şer dikin. Birazê min ne ew mirov bû li dijî gelê Kurd şer bike. Di bin navê ol de hat xapandin. Eger heta niha ti sûc nekiribe, em dixwazin wî radestî malbata wî ya li Qamişlo bikin."