Çeteyên El-Nusra gundê Yabsê talan kirin

Çeteyên El-Nusra gundê Yabsê talan kirin

Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra êrîşî gundê Yabsê kirin û malên welatiyan talan kirin. Çeteyan welatî revandin û ji bo berdana wan pere xwestin.

Çavkaniyên herêmî li Girê Spî (Til Ebyed) diyar kirin ku komên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra duh êrîşî gundê Yabsê yê 4 kîlometran li rojavayê Girê Spî ye kirin û malên welatiyan talan kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku 20 erebeyên komên çete derbasî gund bûne û malên welatiyan talan kirin, wesiyatan, traktor û deraseyên wan birin. Hate hîn bûn ku çeteyan dînemoyên avê yên di bîran de jî derxistine û birine.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku çeteyan gelek welatî jî revandin, lê piştî ku ji wan xwestin ku ji gund barbikin, ew dîsa berdan. Hate hîn bûn hin malbatên herêmê ku zarokên wan tevlî nava komên çeteyan bûne, bi komên çete re malên Kurdan talan kirine. Çavkaniyan diyar kir ku Desteya Şerîetê ya Til Ebyedê jî, ji welatiyan xwestiye ku ji gundê derkevin.

Li aliyekî din malbata ciwanê bi navê Ebdilrehman Şêx Reşîd diyar kir ku, komeke çete berî du rojan kurê wan revandiye. Welatiyekî din jî berî demekê hatibû revandin û komên çeteyan jibo berdana wî 20 milyon lîre ji malbata wî xwestibûn.