Çeteyên El Nûsra gundê Yûsifiyê şewitandin
Çeteyên El Nûsra gundê Yûsifiyê şewitandin
Çeteyên El Nûsra gundê Yûsifiyê şewitandin
Li gundên Yûsifiyê, Cinediyê û Girhok yên li navbera Til Koçer û Girkê Legê şevêdin pevçûnên dijwar rûdane. Di van pevçûnan de çeteyên ser bi El Nûsra tank û çekên giran bikar anîn. Hat ragihandin çeteyan gundê Yûsifiyê şewitandine. Wekî din li gundên Kobanê, Sûskê, Qenaya, Qurdîne û Zormixar pevçûnên dijwar qewimîn.
Çavkaniyên heremî da zanîn pevçûnên li Girkêlegê, Kobanî, Girê Spî pevçûnên dijwar hebûn û heta niha şerên li heremê didome.
Hat ragihadin, li gundê Yûsifiyê, Cinediyê û Girhok ên li navbera Til Koçer û Girkê Legê de şevê din pevçûnên dijwar rû dane û li gora agahiyên ji heremê tên di wan pevçûnan de çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra tank bikar anîne. Piştî komên çete yê Eniya El Nusra li dijî YPG’ê têk çûn, bi tankan çekên giran êrîşî gundê Yûsifiyê ve gund ji aliyê van koman hatiye şewitandin. Hate zanîn nîşteciyên gund koçî Girkêlegê kirine.
Di pevçûnên duh şev de gelek ji endamên van koman hatine kuştin, ji vana 3 cenaze di destê YPG’ê dene û 2 jî dîl hatine girtin. Her wiha hatibû gotin ku wesayîtek doçkayê jî hatibû desteserkirin.
Çavkaniyê heremê didin zanîn di seatên êvarê komên Dewleta Îslam a Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra êrîşî gundê Sûsik yê 15 km dikeve rojavaya Girê Sipî (Til Ebyed) kirine û şerên dijwar rû dane. Hate zanîn di şer de 2 endamê komên çeteyan hatiye kuştin û 2 ji bîrandar bûne. Çavkaniyên heremî didin diyar kirin pevçûn heta sibehê dewam kirine û ber bi sibê komên çete xwe ji heremê kişandine. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê êrîşkaran birîndar û kuştiyên birine Tirkiyê û artêşa Tirk jî heremê topbaran kiriye.
Ji aliyekî din ve hate zanîn şerên li gundên Îlacax yê 30 km dikeve rojavaya Kobanê şevêdin pevçûn derketine û 3 segvanên komên Cephet El Nusra hatine kuştin. Eynî çavkanî da diyar kirin ku li gundê Qanaya yê 30 km dikeve rojavaya Kobanê şer hêj didome û li gundê Dugurman ê 2 sekvanên komên çeteyan hatine kuştin. şer belavî Zormexer yê 40 km dikeve rojavaya Kobanî jî belav biye. Hate diyar kirin di şerê ji duh êvarê de di şerê gundê li Qanaya ê 30 km dikeve rojavaya Kobanê 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbasî Tirkiyê dikin.
Hate hînbûn li gundê Zormixar yê 40 km dikeve Kobanê pevçûn duh di saet 15.00’an de destpê kirine, êvarê dijwar bû û heta saet 22.00’yan dom kirine. Lê encamên zelal nehatin girtin. Çavkaniyan dan diyarkirin Ji aliyê Cerablusê topên hawanê di avêtin gundê Zormixar.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li gundê Taya yê dikeve başûrê Tirbespiyê pevçûnên demî hebûn.
Hate zanîn Serêkaniyê piştî pevçûnên dijwar ev du roje arame.