Çeteyên El Qaîde li dora gundê Girhokê dicivin

Çeteyên El Qaîde li dora gundê Girhokê dicivin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra hêzên xwe li başûrê Girkê Legê û Çilaxa zêde dikin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nsura piştî ku li derdora Serêkaniyê derbeyên giran xwarin û windayiyên mezin dane, vê carê hêza xwe ya li başûrê Çilaxa û Girkê Legê dicivîne. Hate gotin ku tabûra bi navê Ebabîl El-Şam, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Cebhet El-Nusra jî hêza  xwe li gundê Yûsifiyê komkirine û tabûra Lîwai El-Tewhîd û Eniya El-Nusra hêza xwe li gundê Girhok a 12 Km başûrî Çilaxa topî serhevkirine.

Ji aliyekî din heta zanîn li derdora bajaroka Til Xelef a Serêkaniyê şerên demî rû dane.