Çeteyên El Qaîdeyê 24 Kurdên sivîl revandin
Çeteyên El Qaîdeyê 24 Kurdên sivîl revandin
Çeteyên El Qaîdeyê 24 Kurdên sivîl revandin
Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî gundê Qetîne yê girêdayî Serêkaniyê kirin û 24 ciwanên Kurd revandin. Çeteyan malên welatiyan jî talan kirin û şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) duh sibê zû saet di 05:00 de bi çekên giran êrîşî gundê Qetîne ku 6 kîmlometrî dikeve başûr-rojavayê Serêkaniyê kirin, ku piraniya şêniyên wê kurdin. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê 24 ciwanên kurd ji gund revandin, her wiha malên welatiyan talan kirin û piştre şewitandin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan ciwan birin gundê Menacîr ê bi 25 kîlomtreyî dikeve başûrê Serêkaniyê û li vir îşkence li wan kirin. Hate hînbûn ku çeteyan piştî çend seetan 20 ciwan serbest berdan û ciwanên bi navê Yûsif El-Nûrî, Hemê Ibrehîm, Ehmed Qedûr û Xalid Sadiq ragirtin.
Çavkaniyan dan zanîn ku kesê bi navê Hemad Ubêd El-Xelîl serkêşiya komên çeteyan dikir. Xelîl Ubêd El-Xelîl di gelek komkujiyên li dijî gelên herêmê de cihê xwe girtiye û gelek mal talan kiriye. Hêjaye gotinê ku hêzên YPG’ê dema bajaroka Ebû Rasên ji çeteyan rizgar kir alavên ku El-Xelîl ji postexaneya Serêkaniyê dizîbûn di mala wî de hatibû dîtin. Hêzên YPG’ê alav li rayedarên postexanê vegerandin.