Çeteyên El Qaîdeyê êrîşî gundê Cib El-Ferec yê Kobanê kirin

Çeteyên El Qaîdeyê êrîşî gundê Cib El-Ferec yê Kobanê kirin

Çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û hin çeteyên herêmî êrîşî gundê Cib El-Ferec ya girêdayî herêma Kobanê kirin. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha çeteyan ji duh ve ava vexwarinê li ser bajarê Kobanê birîn.

Îro piştî danê nîvro çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û hin çeteyên herêmî êrîşî gundê Cib El-Ferec a girêdayî herêma Kobanê 30 km rojavayî bajêr kirin. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û heta niha rewşa gund tevlîhev e.
Hate ragihandin ku beriya niha bi 2 rojan welatiyê bi navê Yûsif Yûsif birayê welatiyê ku îro di êrîşan çeteyan de jiyana xwe ji dest daye, ji aliyên çeteyên êrîşê gund kirine, revandine.
Li aliyekî din ev 2 roj in çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra ku di bajaroka El-Şiyox de bi cih bûne ava vexwarinê li ser herêmê birîne. 

Hêjayî gotinê ye ku çeteyan alavên di navenda belavkirina avê de dizîne.