Çeteyên El Qaîdeyê Kurdek qetil kirin
Çeteyên El Qaîdeyê Kurdek qetil kirin
Çeteyên El Qaîdeyê Kurdek qetil kirin
Welatiyê kurd Ebuhemîd Îbrahîm Paşa yê ji gundê Ebû Elson ê girêdayî Serêkaniyê, ji aliyê komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ve hate qetilkirin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komeke çekdar a girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî mala welatiyê kurd Ebdulhemîd Îbrahîm Paşa kirin û bi 30 guleyî ew înfaz kirin. Hate gotin ku kesê bi navê Casim El-Xelef bi koma çekdar re bû û di deriyê dawî yê mala Paşa de ketin hundir. Hate hînbûn ku Casim El-Xelef ji hêzên îstxbarata Sûriyê re ajantî dikir û piştî rêjîm ji herêmê hate derxistin tevlî Cebhet El-Nusra bû. Hate gotin ku El-Casim di sala 2004’an de jî bû sedem ku pismamê Ebdulhemîd Paş yê bi navê Nûrî Îbrahîm Paş û hevserê xwuşka wî li ser derstê rêjîma Sûriyê bê kurştin.
Gundê Ebû Elson dikeve rojavayê Serêkaniyê û hemû gundên wê herêmê di destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de ne. Komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê beriya niha jî êrîşî gundê Ebû Elson kiribûn û alavên çandiniyê yên Fûad Îbrahîm Paşa ku bûhayê wan 25 milyon lîreyê Sûriyê bû dizîbûn.