Çeteyên El Qaîdeyê sivîl kirine mertal
Çeteyên El Qaîdeyê sivîl kirine mertal
Çeteyên El Qaîdeyê sivîl kirine mertal
Komên çete yên DAIŞ'ê li Helebê welatiyên sivîl ji bo parastina xwe dikin mertal. Bombebaran hêzên rejîmê jî li gelek taxên Helebê dewam dikin. Tê gotin ku ji ber bombebaranê kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi darê zorê cihê welatiyên sivîl ên li derdora kargeha Asya ya dermanan ku li bakurê Helebê ye diguherin û wan dibin bajarokê Kefer Hemra da ku wan wekî mertal di qadên şer de bikar bînin.
Li aliyê din, hêzên rêjîmê bajarokê Mayîr ê li bakurê Helebê, her wiha taxên Saxûr û Şear ên Helebê topbaran kirin. Hate gotin ku di encama topbaran li van cihan de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku balafirên rêjîma Baas taxa Qetana ya li nêzî nexweşxaneya Çavan û herêma di navbera taxa Esker û El-Hawûz bombebaran kirin. Hate zanîn ku di encamê bombebaranê de herî kêm welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha ji ber şer û pevçûnan agir bi depoya dermana a li taxa Bab El-Nesir ket. Li derdora Lîwai 80'ê ya Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozosyonê dewam dikin. Der barê encama pevçûnan de ti agahî ne hatin bidestxistin.
350 GIRTÎ JI GIRTÎGEHA MIRINÊ XILAS BÛN
Li aliyê din rewşa girtiyên ku di girtîgeha Miselemiyê de her ku diçe dijwar dibe. Piştî ku hin girtî ji ber sermê jiyana xwe jidest dane, hate gotin ku Dozgerê Giştî yê Helebê biryara serbestberdana 350 girtiyên ku dema mehkûmiyeta wan ber bi dawî de diçe daye. Her wiha Heyva Sor di nava hewldana de ye ku alîkariyan û dermanan derbasî girtîgehê bike.