Çeteyên Eniya Îslamî gelek welatiyên Kurd revandin

Çeteyên Eniya Îslamî gelek welatiyên Kurd revandin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên girêdayî Eniya Îslamî êrîşî gundên Kefer Kelbîn û Neiman kirine û gelek welatiyên sivîl revandine. Derbarê welatiyên ji gundên girêdayî bajarokên El-Bab û Ezazê ku ji aliyê çeteyên Komele û DAIŞ’ê ve hatibûn revandin de jî hîn tu agahî nehatine girtin.

Hin çavkaniyên ji herêma Ezazê diyar kirin ku komên çete ku navê Jûreya Biryardayîna Bakur li xwe dikin û girêdayî Eniya Îslamî ye, bi 15 tirompêlên leşkeri ku 5 ji wan docka li ser bûn, êrîşî gundê Kefer Kelbîn kirin û gelek welatiyên sivîl revandin. Hate gotin ku çeteyan ji gundê Neiman jî ciwanekî kurd revandiye.

Ji welatiyên hatine revandin ên ku navên wan hatine fêrbûn ev in: “Mustefa Ehmed Cimo û 4 kurên wî, Ebdilqadir Melle, Elî Bekir û Ebdilrezaq Umer Taha.”

Gundê Kefer Kelbîn girêdayî herêma Ezazê ye, hejmara şêniyên gund nêzî 2 hezar kesiye û pirayina wan Kurd in.

Li aliyê din derbarê bi dehan welatiyên Kurd yên ji herêma di navbera Ezazê û El-Bab de ji gundên Dûdanê, Til Betal, Kîdrîş, Qereqoz, Çoban Beg  ji aliyê çeteyê Komele û DAIŞ’ê ve beriya mehekê hatibûn revandin de hîn tu agahî nehatine girtin.