Çeteyên êrîşî Kobanê dikin windahiyên mezin didin
Çeteyên êrîşî Kobanê dikin windahiyên mezin didin
Çeteyên êrîşî Kobanê dikin windahiyên mezin didin
Li rojhilat û rojavayê herêma Kobanê duh êvarî YPG li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek hemwext li dar xistin. Di encam de 72 çete hatin kuştin, bi dehan çete birindar bûn û 4 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê şerê duh êvarî li rojhilat û rojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand, di encamde 72 çete hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn û 4 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên YPG’ê duh êvarê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Kobanê rû da daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya YPG’ê ya ku di malpera fermî de hatiye weşandin wiha tê gotin: “Li hember çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji duh êvarê ve ji eniyên rojhilat û rojavayê Kobanê êrîşên hemwext li dar dixin, berxwedana hêzên me bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şevê din seat 20.00'an di eniyên cuda de şer û pevçûn rû didin û di heman demê de hêzên me li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên cuda jî li dar xistin û derbên giran li çeteyan xistin.
Di vê çarçovê de hêzên me îro seat 13.00'an de çeteyên DAIŞ’ê ya ku li gundê Boraz a dikeve rojavayê Kobanê xwe cih kiribûn çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakî li gund şer û pevçûnên dijwar rû dan û encam de 8 çete hatin kuştin, bi dehan çete jî birîndar bûn.
Dîsa yekîneyên me seat 14.30'an bersivên tund li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên dixwestin êrîşî gundê Dugurmanê girêdayî rojavaye Kobanê bike dan. Pevçûnên dijwar li vê herême rû dan û 12 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn. Di vî şerî de hevalek me bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê.
Li aliyek din de çeteyên ku dixwestin werin hawara çeteyên ku ketibûn gundê Gobirlik û di nava hêzên me de asê mabûn, ketin kemîne hêzên me. Di vî kemîne de 13 çete hatin kuştin û 1 wesayîtek çeteyan jî hat rûxandin.
Di navbera gundên Zormixar û Ziyaretê ya ku dikeve rojavayê Kobanê jî li hember çeteyên DAIŞ’ê hêzên me çalakiyek lidarxistin, 3 wesayîtên çeteyan rûxandin û 15 çete jî hatin kuştin.
Dîsa nêzîkî gundê Mahmudiye jî hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê kemîn hat danîn û di vî kemîni de 4 çete hatin kuştin.
Her wiha şevê din hêzên me li gundên Kiz Alî, Talik, Zerik, Cirin, Serzorê, Birketik, Zirk, Serinc, Denayik, Hûriye ve Aşmê li dijî êrîşên DAIŞ’ê çalekyek darxistin, berxwedana hêzên me berdewam dike. Şerên dijwar li herêman rû didin û bi dehan çete hatiye kuştin, bi dehan çete jî hatiye birîndarkirin.
Di şer û pevçûnên ji duh êvar ve berdewam dike û dîsa çalakiyên hatiye li dar xistin de qasî hatiye zelalkirin giştî 72 çete hatine kuştin.”