Çeteyên xwestin êrîşî navenda YPG’ê bikin hatin kuştin
Çeteyên xwestin êrîşî navenda YPG’ê bikin hatin kuştin
Çeteyên xwestin êrîşî navenda YPG’ê bikin hatin kuştin
Li Qamişloyê, komên çete yên ku xwestin êrîşa bombeyî pêk bînin, ji aliyê YPG’ê ve hatin ferqkirin û gulebarankirin. Di encama teqîna kamyona çeteyana de 2 êrîşkar hate kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çete saet derdora 15.00’an de xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîşî navenda YPG’ê ya li Hîmo bikin. Lê êrîşkar ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin ferqkirin û gulebarankirin. Di encama gulebaranê de êrîşkarên di wesayîta bomberkirî de hatin kuştin, lê wesayît jî li daketina navenda YPG’ê de teqiya. Di encama teqînê de ji bilî kuştina çeteyan tiştek li tu kesî nehat. Her wiha camê avahiyên derdorê şikestin.
Hate ragihandin ku wesayîtek din a çeteyan li pey ya pêşiyê dihat, lê piştî hate ferqkirin reviya ye. Piştî teqînê hêzên YPG’ê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de 3 kesên bi guman hatin girtin.