Cezayê Ayaz a di darizandina bi rêya SEGBÎS de hat dayîn, salekê taloq bû

Cezayê Ayaz a di darizandina bi rêya SEGBÎS de hat dayîn, salekê taloq bû

Xwendekara zanîngehê ya Amedî Ayşegul Ayaz ku yekemcar li Tirkiyê bi rêya sîstema SEGBÎS hat darizandin û cezayê 12 salan ê girtîgehê lê hat birîn, li ser daxwaza Dadgeha Bilind bi hin aliyan ji nû ve hat darizandin û cezayê lê hat birîn salekê hat taloqkirin.

Xwendekara Fakulteya Mîmartiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Ayşegul Ayaz a bi hinceta beşdarî xwepêşandaneke "bêdestûr" a Nîsana 2011'an li Amedê bûye bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin û bi rêya Sîstema Deng û Dîmen a Înfomatîk (SEGBÎS) parastina wê hat girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, Dadgeha Bilind dosyaya wê ji hin aliyan ve xera kir.

Dadgeha Bingehîn di biryara xwe ya xerakirinê de cezayê 11 salan ê ji ber tawanbariyên "li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "teqemenî li ba xwe girtiye" û "nehiştiye wezîfe were kirin" erê kir.

AZADIYA AŞKERAKIRINA RAMAN Û NÊRÎNA XWE

Dadgeha Bilind bal kişand ser pêkanînên DMME û biryar da ku çalakiya Ayaz a dijderketina li qanûna meş û xwepêşandanê, bi rêbaza "aşkerakirina nêrîn û ramanê" hatiye kirin û xwest cezayê salekê were taloqkirin.

Dosyaya ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, ji nû ve hat nirxandin. Di rûniştina li 4. Dadgeha Cezayê Giran de Ayşegul Ayaz a li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncan a Enqereyê ragirtiye bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Lê belê ji ber di vê sîstema elektronîk de pirsgirêk derket, beyana Ayaz nehat girtin. Dadgehê biryar da ku bêyî wergirtina beyanên Ayazê rûniştinê dewam bike.

DADGEHA HERÊMÎ LI GORÎ DADGEHA BILIND TEVGERIYA

Meqama îdîayê xwest biryar were dayîn ku li gorî biryara Dadgeha Bilind nêzîkatî were nîşandan û ji ber biryar ji bo bersûc erênî ye, pêwîst nîne beyana bersûc were girtin.

Parêzerê Ayaz Mervan Eren Gul jî got, "Di çarçoveya biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind de em dixwazin, sûcdariyên dijderketina li qanûna bi hejmara 2911'an a li muwekîlê min tê kirin, were taloqkirin."

Li dû navbereke kurt dadgeha heyetê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku di çarçoveya daxwaza dadgeha bilind de lêpirsîn û şopandin bê taloqkirin.