Cezayê muebetê dan xwendekara Amadeyî Gulsum Koç ê

Cezayê muebetê dan xwendekara Amadeyî Gulsum Koç ê

4’emîn Dadgeha Cezaya Giran Amedê bi îdiaya ku, du sal berê li Çewlîkê tevlî êrîşa ku li hemberî wesayîta polîsan bûye û polîsek birîndar bûye 26 sal û 8 meh ceza da xwendekara Amadeyî Gulsum Koç.

Di biryarê de hate gotin ku, di 15’ê Gulana 2011’an de li Çewlîkê li taxa Recep Tayyîp Erdogan li hemberî  wesayîta polîsan a Şaxa Midûriyeta Trefîkê êrîş pêk hatiye û di bûyerê de polîsê bi navê Huseyîn Korkut birîndar bûye û Reşat Onan jî bêyî ku birîndar bibe xilas bûye.

Di biryarê de tê gotin ku, di bûyerê de şahidê veşarî Avci,  di dema êrîşa çekdarî de li cihê bûyerê jinek û mêrek dîtiye û tê îdiakirin ku,  li gorî şahidê veşarî ev jin Gulsum Koçe.

Di biryarê de hate gotin ku  di parastina Gulsum Koç de  hate diyar kirin ku, tu eleqeya Koç bi çalakiyê nîne û roja çalakiyê li mala hevala xwe bûye û derbarê vê de jî du şahidên wê hene û wiha tê gotin: “Gotinên şahidan bi yên bersûcê re hev û din nagirin û di dema bûyerê de her du jî ne ligel  Koç tunebûne.

Di biyarê de hat îdia kirin ku, çalakiya mijarê gotinê  kesên bi navê Çekdar Çewlîk û Tolhildan yên endamên rêxistinê ne çalakî pêk anîne û hat gotin ku çalakvaniyên ku beriya çalkaiyê li kafeyekê runiştibûn, şopên tiliyên Koç li wir hatine dîtin.

Di danişîna biryarê de  ya li 4’emîn dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de 26 sal û 8 meh ceza dan Koç.

KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Dayika Koç, Derdiye Koç diyar kir ku keça wê tiştekî wisa nekiriye û bang li wî şahidê veşarî kir û got bila destê xwe bide ser wijdana xwe û îfadê bide.

Piştî cezayên Koç, di înternetê de kampanyaya îmzeyan hat dest pêkirin.  kampanyaya li ser malpera Îmza.la hatiye dest pêkirin heta niha 17 hezar kesî îmze avêtiye.