CHP: Bila pirsgirêkên Amedê bên nîqaşkirin
CHP: Bila pirsgirêkên Amedê bên nîqaşkirin
CHP: Bila pirsgirêkên Amedê bên nîqaşkirin
Cigirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, xwest ku komîsyoneke ku li meclisê bê avakirin, bila pirsgirêkên Amedê nîqaş bike.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û hevalên wî di pêşnemûya xwe ya pêşkêşî serokatiya Melcîsê kirin de diyar kirin ku ji bo pirsgirêkên bajarê Amedê bê lêkolînkirin û pêşniyarên çareseriyê bên kirin, kêmasiyên hikûmetê bê lêkolînkirin bila lêkolan meclisê bê kirin.
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku pirsgirêkên herî mezin yên Amedê kêmasiya perwerde û tendusitiyê ye û got divê li Amed û herêmê xebatkarên tenduristiyê yên ku bi zimanên kurdî û erebî biaxivin divê bên handan.
Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Li Amedê bi sedhezaran kesên ku ji mal û warê xwe hatin kirin, bi cih bûne û vê jî rê li ber prisgirêkên siyasî- civakî û aborî vekiriye. Li Amedê ji sedî 58’ê jinan rastî şîdeta fîzîkî, ji sedî 63.5 rastî şîdeta psîkolojîk û ji sedî 13.5 jî rastî ya zayendî û ya 16.2 rastî ya aborî tê. Her wisa ji sedî 52.7 rastî şîdeta hevserê xwe, ji sedî 14.9 ya dê û bav, ji sedî 5.4 ya hevalên xwe yên mêr tên. Ji sedî 43.2 jin ewlehiya wan ya civakî tune. ji sedî 37.8 qerta kes, ji sedî 12.2 SGK wan heye.”