Çi berjewendiyên Almanyayê di Patriotan de hene?

Çi berjewendiyên Almanyayê di Patriotan de hene?

Gotûbêjên ku tê gotin dê Almanya sîstemaya parastinê ya fuzeyan li Tirkiyeyê bi cih bike, hukûmet û muxalefeta Alman anî dijberê hev. Her çendî Tirkiyeyê bi awayeke zelal daxwazeke wiha nekiriye, lê hukûmeta Alman ji bo vê yekê pir dilxwaz e. Ev yek jî pirsa “Çima?” tîne hişê mirov.

Yek ji rojnameyên navdar ên Almanyayê Süddeutsche Zeitung roja şemiyê nûçeyek derbarê bicihkirina bataryayê de belav kir û ev yek di rojevê de cih girt. Rojnameyê dabû zanîn ku li hemberî hemû êrîşên muhtemel ên ji Sûriyeyê bên, Tirkiye dê bi awayeke fermî ji NATOyê daxwaza fuzeyên Patriot bike. Li gorî vê heke ev daxwaz were qebûlkirin, dê 170 leşkerên Alman ji bo bicihkirina fuzeyan bên Tirkiyeyê.

Piştî nûçeyê gotûbêjên li ser mijarê yên din navbera hukûmet û muxalîfan de dijwar bûn. Piştî ku Almanyayê leşker şand Efxanîstanê êdî li hemberî şandina leşkeran bo welatên din hesasiyeteke wan heye. Hukûmeta Alman bi hinceta biryareke ya NATOyê xwedî li nêrîna şandina leşkeran bo Tirkiyeyê derdikeve. Ji Partiya Yekitiya Xirîstiyan (CDU) ya desthilat, berdevkê Polîtîkayên Derve yê Meclîsa Federal Philipp Mißfelder, da zanîn ku ger Almanya li dijî bicihkirina fuzeyên Patriot li Tirkiyeyê derbikeve, ev yek dê rê li ber wendakirina pêbaweriya Almanya ya di nava NATOyê de vebike. Mißfelder, diyar kir ku Almanya azadiya xwe deyndarê NATOyê ye û da zanîn ku divê Almanya ji bo parastina welatên din ên NATOyê bibe alîkar.

Partiya Demokratên Azad (FDP) a hevkara biçûk a hukûmet jî bi daxuyaniyeke bi heman awayî xwedî li vê nêrînê derdikeve. Ew jî li hemberî gotûbêjên ‘dê ev fuze krîzê kûrtir bike” derikeve.

"TIRKIYE HANDANA PEVÇÛNAN DIKE"

Lê her sê partiyên muxalefetê yên çepgir li dijî vê yekê derdikevin. Ji pisporên ewlekariyê yên Keskan Omid Nouripour, diyar kir ku ger Almanya fuzeyan bi cih bike, dê Almanya û NATo jî bikişin nava şer. Nouripour, da zanîn ku pevçûnên li Sûriyeyê bêyî ku bi Rûsyayê bên beramberê hev, divê krîz bi diyalogê û lihevkirinê çareser bibe.

Ji Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) Rainer Arnold jî da zanîn ku ew ji ber krîza li Sûriyeyê hukûmetê di mijara şandina leşker û fuzeyan bo Tirkiyeyê mafdar nabînin.

Ji rêveberiya Partiya Çepgir ( (Die Linke) jî Wolfgang Gehrcke, ragihand ku ev daxwaz nikare were qebûlkirin. Siyasetmedarê Partiya Çepgir diyar kir ku Tirkiye ji bo dijwarkirina bê wate ya pevçûnên li herêmê handanê dike.

GELO ALMANYA JI BO JI EFRÎKAYÊ BIREVE XWE DIDE GEL TIRKIYEYÊ?

Hêj li Tikriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyeke cidî û zelal nehatiye, pirsa ‘Gelo hikûmeta Alman çima dixwaze sîstema paratsina fuze ya bişîne û çima eqas xwedî lê derdikeve?” tîne hişê mirovan.

Rojnameya hefteyane Spiegel, diyar dike ku Almanya ji ber krîza welatê Malî ya Efrîkayê, ji ber ku daxwaza leşkeran a NATO’yê şûnde vegerîne der barê Tirkiyeyê de ev pêngav daye destpêkirin. Almanya li şûnde li leşkeran bişîne aliyên bakur yên welatê Maliyê ku ji aliyê îslamî û Berberiyan ve hatiye desteserkirin, pêşniyar dike ku artêşa Malî perwerde bike. Lê ji bo ku ji her daxwazeke NATO’yê re nebêje ‘Na’ lê dixwaze xwe bi Tirkiyeya ku rîska wê kêmtir e, rizgar bike.

Di meseleya Patrîot de jî sedema daxwaza Almanyayê jî ew e ku helwesta wê ya di krîza Lîbyayê de girtiye. Di 2011’an de ligel têkoşîna hevpar a gelek welatên NATO’yê leşkerên Almanyayê li dijî mudaxaleyê derketiye û li dijî welatên bibûn yek jî ketibû zehmetiyê.

ABORÎ, TÊKILIYÊN SIYASÎ Û KRÎZA PENABERAN

Di helwesta Almanyayê de bê guman para têkiliyê siyasî û aborî jî heye. Wezîrê Pîşesaziyê Nîhat Ergul di rojên borî de daxwaz ji şîrketa otomobîla Çek a girêdayî Wolkswagen a Almanyayê, Skoda ji bo Tirkiyeyê razemeniyê bike. Ergul îdia kiribû ku ger Skoda razemeniyê li Tirkiyeyê bike dê ji bo bazarên din jî vebe.

Piştî agahdariya ku li Tirkiyeyê hêj hilberîna otomobîlan 1,5 e û dê derkeve 4 mîlyonî, tê zanîn ku Skon û her wiha Volkswagen erênî li teklîfê dinêrin. Ligel gelek kêmasiyên binesaziyê jî hatibû rojevê ku Volkswagen li ser Tirkiyeyê armanc dike ku derkeve bazara Asya û Ewropayê.

Tirkiyeyê berê jî ji civaka navnetewî ji bo ku hejmara penaberên Suriyeyê 100 hezar derbas kir alîkarî xwestibû. Di krîz û şerên berê de Almanya tercîha yekemîn ya penaberan de bû.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya meha cotmehê ya Almanyayê de bi dewleta Alman sûcdariya ku li dijî PKK’ê piştgiriyê nedane wan sûcdar kiribû. Helwesta Erdogan ya ji sedemên vala bal kişandibû. Erdogan di 2010’an de beriya serdana Merkelê Almanya bi hinceta ku tirkên wir asîmîle dike sûcdar kiribû. Merkel jî bê dengiya xwe parastibû.